Erdogan bi gotina “Operasyona ku me bi balafir, top û dronan dest pê kiriye, tenê destpêk e” ragihand, “Di demeke herî maqûl de em dê ser erdê va jî êrîşî terorîstan bikin.”
Serokkomarê Tirkiyê herwiha got, “Derbarê sînorên Sûriyê de me li gorî peymanên xwe hereket kiriye. Kesên li hemberî me gava li gorî peymanan hereket nekin heqê me ye ku em li dû çareyê bigerin. ”
Serokomarê Tirkiyê idia kir ku ew operasyona yê li Til Rifet, Minbic û Kobanîyê were lidarxistin û yê wan navçana bixibin bin kontrola xwe.
Receb Teyyîb Erdogan herwiha diyar kir ku artêşa wan 764 guleyên hawanê û mûşek avêtine û di wan êrîşan de 32 kesan canê xwe ji dest dane.
342/