Dewlet Bagçelî serokê tundrê yê partîya nijadperest a MHP duh gotibû: Erdogan karekî baş kir ku dest da destê Sîsî, divê zûka bi Bişar Esed ra jî hevdîtinê pêk bîne.
Elî Babacan di bersiva Bagçelî da got: Ev du kesayetîyên sîyayî yên Tirkîyê ji istiqrara fikir û hevsengîya di kesayet û serederîyê da dûr in. Rojekê şer û gêreyê li herêmê bi rê dixin û dibin sedema lihevalîyana şer û qeyranê, roja din forsa aştîxwazîyê ray didin. Heta dema ku kivş ş zelal nebûye ku we heta çi astekê di şerê Sûrîyê da rol hebûye, ne mafê we ye ku bi vê rehetîyê basa aştîyê bikin. Hûn her gav tiştekê dibêjin û ne tenê gelê Tirkîyê belkî welatên din jî nikarin bawerîya xwe li we bînin.
342/