AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

26 sermawez 2022

19:33:31
1326476

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Şer û têkoşîna sereke hibmerî zorbêja cîhanî ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel besîcîyan da ku bi boneya Roja Besîc`ê pêk hat, pêgirî kir: Şer û têkoşîna sereke hibmerî zorbêjê cîhanî ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Hezretê Ayetullah Xamineyî îro di hevdîtina digel bi sedan kes ji besîcîyan (hêzên seferber) dameziradnina rêxistina besîcan, yek ji girîngtirîn û mezintirîn destpêşxerîyên Imam Xumêynî (RE) zanî û got: Roja îro "sextekarî û derew" şêwaza herî girîng a xêrnexwazan e ji bo dagirtin û kontrolkirina mejîyan ta ku bikaribin armancên xwe pêk bînin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî herwiha got: Di mesele û bûyerên vê dawîyê da, besîcî bi awayekî mezlûmane li qadê bûn ta ku gel himberî ajawegêran û kesên xafil an kirêgirtî mezlûm nebe.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: Herêma Rojavayê Asyayê navenda hilgirê beşa zêde ya nift, enerjî û çavkanîyên xwezayî û çar-rêyana têkilîya rojhilat û rojava ye û Rêjîma sîyonîst a sexte û zevtker li vê herêmê ser vî esasî hat avakirin ji bo ku welatên rojavayî binkeyek ji bo talankirina çavkanîyan û birêxistina şer û bêtifaqîyê li herêma Rojavayê Asyayê hebin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî pêgirî kir ku Îran cîyê herî girîng û hestyar li herêma istiratêjîk a Rojavayê Asyayê ye û dîyar kir: Ser vî esasî, destpêkê ingilîsîyan û paşê amerîkîyan sermayeguzarîyeke taybet nemaze ji bo perwerdekirina kirêgirtîyan li Îranê kirin, ta ku tam serdest bin.

Wî herwiha got: Destpêkê dibêjin ku zengînkirina Uranîyûmê ya sedî 20 rawestînin, paşê ya sedî 5, paşê jî hemî pîşeya navokî û pîşeya berevanîyê û paşê jî dixwazin ku destûra bingehîn were guhetin û Îran destvala di nav sînorên xwe da asê bimîne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Muzakireya bi Amerîkayê ra ti pirsgirêkekê çareser nake û Amerîka yê tenê wê demê desta ji welêt bikişîne ku em di hemî meseleyan da xerac bidin û ji hemî xetên sor derbas bibin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: Rêkevtinameya Navokî ya 2 bi vê wateyê ye ku Îran li herêmê vekişe û Rêkevtinameya Navokî ya 3 jî bi vê wateyê ye ku Îran sozê dide ku ti çekek istiratêjîk û girîng ên weke mûşek û xwefirran çêneke ta ku himberî êrişan, destvala bimîne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî amajeyî plankarîya amerîkîyan a ku nêzî 15 salan berî nika ji hêla kesayetîyên berbiçav ên vî welatî va hat aşkirakirin, kir û got: Plana wan eva bû ku li Iraq, Sûrîye, Libnan, Lîbî, Sûdan û Sûmalîyê hikûmetê birûxînin ta ku dirêjatî û kûratîya hejemonîya istiratêjîk a Îranê li herêmê ji nav here û bi lawazkirina Îranê, di dawîyê da pergala Komara Islamî ya Îranê xwe birûxe.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: Lê hizir û dirêjatîya hejmonîya Înqilaba Îslamî li Iraq, Sûrîye û Libnanê bibandor bû û karekî mezin û girîng hat kirin ku ew jî têkçûna Amerîkayê li van sê welatana bû.

Wî amajeyî têkçûna plana Amerîkayê ya ji bo jinavbirina Tevgerên Hizbullah û Emel`ê li Libnanê kir û pêgirî kir: Ew plan û koploya li herêmê, bi saya hêza mezin û kara ya Komara Islamî hat pûçkirinê û sembol û ala vê hêza mezin jî kesek bi navê Hecî Qasim Silêmanî bû, lewma nika kivş dibe ku çima navê Hecî Qasim heta vê radeyê ji bo gelê Îranê dilhebîn û ji bo dijminan jî acizker e.