AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

27 sermawez 2022

18:21:21
1326780

Reyîsî: Peravên Mekranê navçeyeke Îranê ya stratejîk e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser girîngiya peravên Mekranê di mijara bazirganiya deryayî da û got, Ev navçe dikare bibe navçeyeke stratejîk ji bo welêt.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di koma bicoş a gelê Bendera Caskê, got: Peravên Mekranê dikare bigihêje astekê ku bikare navenda bazirganî û danûstandin û geşatiya berhemanînê ji bo Îranê be.

Reyîsî her wiha got: Potensiyeleke zehf li Peravên Mekranê heye ku dikare van peravan bike cihekî gelekî girîng û stratejîk a bazirganî û ticarî, geştyarî û berhemanînê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê dema gihîştina bo parêzgeha Hormuzganê tevî ku ji asimên va serdana navçeya Caskê kir, navçeyên cûr bi cûr ên Peravên Mekranê yên stratejîk vekolandin.

Perravên Mekranê li başûrê rojhilatê Îranê ji navçeya Caskê heta niqteya sînorî digire ber xwe.

Derdora sê yekê sînorên Îranê avî ye û derdora 800 kîlometreya van sînoran li başûr û 2000 kîlometreyên wê ku peravên Kendava Farisê û Peravên Mekranê digire ber xwe, li başûrê welêt in.

342/