AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

28 sermawez 2022

17:39:46
1327068

HSD: Di roja heştem de 90 gund û bajarok ketin ber êrîşên artêşa Tirkiyê

HSD'yê bi daxuyaniyekê bîlançoya duh ya êrişên Artêşa Tirkiyê eşkere kir û hate gotin; “Bi balafirên şer, top û tankan bombe li zêdeyî 90 gund û bajarokî hate barandin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên ser bi Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrîşên Artêşa Tirkiyê yên 27’ê Mijdarê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Di roja heştemîn a êrîşên Artêşa Tirkiyê de yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdetirî 90 gund û bajarok ji aliyê balafirên şer, top û tankan ve hatin bombebarankirin.

342/