AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

28 sermawez 2022

17:41:24
1327071

Xetera operasiyona bejahî ya Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê heye

Li gorî analîza Middle East Eye’yê helwêstên lawaz ji aliyê terefên xwedîrol li Sûriyê yanî Amerîka, Rûsiye û Şamê dibe ku nekarin rê li ber êrîşa Tirkiyê ya dubare li ser kurdên Sûriyê bigire.

Li gorî nûçeya Kurd Press'ê, Middle East Eye’yê tevî amajeya bi vêya ku Rûsiye mijûlî şerê li Ukraynê ye, nivîsî: Mosko nikare xwe mijûlî opersiyoneke leşkerî ya nû li bakûrê Sûriyê bike. Vî welatî tenê tekezî kiriye ku Tirkiye ser hemdê xwe be.

Amerîka jî ku hevpeymana kurdên Sûriyê ye, heta vê demê tenê tekezî li ser bandora êrîşa Tirkiyê li ser şerê kurdan dijî DAIŞê kiriye. Amerîkayê heta dem aku canê hêzên wê ji ber êrîşa asimanî ya Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê ket ber xeterê, awayê gotina xwe ya nerm neguhrand.

Bi nêrîna Middle East Eye’yê, dewleta Sûriyê jî ji ber nebûna bala Rûsiyê li ser qeyrana vî welatî bi sedema mijûlbûna di şerê Ukraynê da, nikare roleke xwe ya wisa ji bo pêşîgirtin li êrîşa Tirkiyê hebe; ji ber ku di êrîşa asimanî ya Tirkiyê ya vê dawiyê da hejamreke leşkerên dewleta Sûriyê jî canê xwe ji dest da.

Vê kovarê ev encam derxistiye ku ji ber nebûna helwêstên vebirr ji aliyê van xwedîrolan va, dibe ku Tirkiye bi zûtî êrîşa bejahî pêk bîne.

342/