AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

28 sermawez 2022

17:42:26
1327073

Rêberê Înqilabê tekezî li ser bikaranîna derfet û potensiyelên mezin ên deryayê kir

Fermandarê mezin ê gişt hêzan di hevdîtina digel fermandarên Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da tekez kir: Bikaranîna derfet û potensiyelên mezin ên deryayê bila bibe çandeke gelemperî li welêt.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Fermandarê mezin ê gişt hêzan îro di hevdîtina digel hejmareke fermandarên Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da tekez kir: Divê bikaranîna derfeta deryayê û potensyelên wê yên mezin bibe çandeke gelemperî li welêt.

Di vê hevdîtinê da ku bi boneya 7ê Azerê (28ê Mijdarê) Roja Hêza Deryayî hat lidarxistin, Hezretê Ayetullah Xamineyî xurtkirina giştalî ya şiyana cengê û alavên berevaniyê di hêza deryayî da û dewama kiryarên weke deryagerîn li nav avn dûr û navneteweyî pêwîst zanî û got: Xurtkirina têkiliya hêzên çekdar tev dewletê û saziyên din ji bo lihevtêgihîştin, hevkarî û pêşketinê alîkar e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi raboriyên deryageriya îraniyan di serdemên berê da ku bû sebeba veguhestina çand û şaristaniyeta îranî û îslamî bo navçeyên din ên cîhanê, got: Bi hebûna vê raboriyê û peravên dirêj ên deryayî li bakûr û nemaze li başûrê Îranê, çanda bikaranîna derfetên deryayê li welêt ketine ber xefletê û divê ev yek bibe çanda gelemperî ya gel.

Wî avakirina çandê di vî warî da û pêkanîna têgihîştina gelemperî ji deryayê wek jêrsaziyeke bingehîn pêwîst zanî û got: Di çend salên derbasbûyî da mijara pêşxistina peravên Mekranê hat hilêxistin û dewletan jî pêşwazî lê kir; lê pêşketina cidî di vê mijarê da hewcedara avakirina çanda wê ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî berhemên hunerî yên weke Anîmasiyonê ji bo nasandina derfetên deryayê yên cihêreng bibandor zanî û got: Bi bikaranîna berhemên hunerî û danasîna derfetên pêşketina ser bingeha deryayê yên welêt, çi di beşa leşkerî û çi jî beşa avedaniyê da dê meyl û meraqa gel ji bo bikaranîna vê derfetê zêdetir bibe.

Di vê hevdîtinê da emîr edmîral Şehram Îranî Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê jî raporek ji kiryar û plandarêştinên vê hêzê di beşên cûr bi cûr da pêşkêş kir.

342/