AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

28 sermawez 2022

17:42:51
1327074

Kenanî: Îran dê ti hevkariyê digel "Komîteya Têderxistina Rastiyê" neke

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê wek berteka li hemberî biryarnameya dijî Îranê ya Konseya Mafên Mirov a NY, got: Komara Îslamî ya Îranê dê ti hevkariyekê digel komîteya siyasî ya bi navê "Komîteya Têderxistina Rastiyê" neke.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Duşemiyê tevî amajeya bi kiryara dijî Îranê ya welatên rojavayî li Konseya Mafên Mirov a NY, got: Sûdwergirtina bilezûbez a rêbazên mafên mirov wek amûrek li dijî welatên serbixwe nayê pejirandin û dê ti alîkariyekê bo pêşdabirina mafên mirov neke.

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê got: Eva ku dewletên rojavayî nemaze dewleta Amerîkayê û hin welatên hevdeng digel wê rola xwe di handana ajawegêriyan li nav Îranê hebûn, ti şikek tê da tune û di vî warî da zanyariyên deqîq hene. Ev zanyarî di çarçoveyên cûr bi cûr da raberî balyozên welatên biyanî li Tehranê hatine kirin.

Kenanî got: Hejmareke berbiçav a hemwelatiyên biyanî di ajawegêrî û nearamiyên vê dawiyê li hin bajarên Îranê hatine desteserkirin û hegerên eseh derbarê rola wan di handana ajawegêriyan hene.

342/