Muhemed Beldawî nûnerê parlimana Iraqê di hevpeyîvînekê da derbarê hegerên dewama êrîşan li ser Iraqê got: Li Herêma Kurdistana Iraqê hinek komên çekdar hene ku êrîşî ser welatên cînar dikin. Aliyê îranî bi caran ev mijar ji dewleta Iraqê ra gotiye ku hin komên çekdar li bakûrê Iraqê hene, lê dewletê pêngavên cidî ranekirine.
Vî nûnerê parlimana Iraqê got: Muhemed Şiya' Sûdanî xwedî şiyana bidestxistina rêkarekê digel welatên cînar ji bo bidawîanîna êrîşan li ser bakûrê Iraqê ye; ji ber ku ew navînrê ye, lê çareserkirina vê dosyeyê hewcetî bi vîna siyasî û hevkariya hemî aliyan heye.
Beldawî tekez kir: Hevkariya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo derxistina komên çekdar û jiçekkirina wan, her wiha rêgirtin li çalakiya ajanên istixbaratê yên biyanî li Herêma Kurdistanê rêkara çareserkirina vê pirsgirêkê ye.
342/