AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

28 sermawez 2022

17:46:09
1327079

Nerazîtiyên li hemberî sînordariyên Koronayê li Çînê zêdetir dibin

Rojnameya New York Times’ê ya Amerîkayê di nivîsarekê da derbarê zêdebûna nerazîtiyên li hemberî berfirehkirina sînordariyên Koronayê li Çînê, nivîsî: Hevdem digel kiryarên dewleta Çînê ji bo cihanîna sînordariyên Koronayê yên zêdetir, nerazîtiyên li vî welatî li dijî vê yekê gurrtir bûne.

New York Times’ê nivîsiye; Di halekî da ku li pirraniya welatên cîhanê êdî sînordariyên ji ber Koronayê gelekî kêm bûne, dewleta Çînê ti dawiyek ji bo vê sînordariyê diyar nake û têkoşîan dijî vê pêla Koronayê li Çînê ku gelek wê wek jêderka sereke û seretayî ya belavbûna Koronayê dizanin, niha bûye ezmûneke dijwar ji bo Çînê ku Şî Cîn Pîng rêbertiya wê dike.

Di rojên dawî da li karistaneke berhemanîna telefona destan li navenda Çînê bi hezaran karkerên nerazî li hemberî sînordariyên Koronayê digel hêzên dijî serhildanê ketin pevçûnê û berbend şikandin.

Li bajarê Guangjoyê li başûrê Çînê nerazî û karmendên tenduristiyê ketin pevçûnê û li nav rûpelên civakî jî li pey mirina keçeke çarmehî ku bavê wê hegera mirina wê nebûna çavdêriyên dermanî di dema xwe da ji ber sînordariyên Koronayê daye zanîn, hejmareke zehf ji çîniyan hêrs û xezeba xwe ji desthilatdarên vî welatî derbirrîye.

Piştî derbasbûna sê salan ji belavbûna Koronayê dewleta Çînê hema wisa dibêje ku pêleke nû ya Koronayê li navçeyên cûr bi cûr ên vî welatî belav dibe û girantirkirina sînordariyên Koronayê ji aliyê dewletê va di sala sêyem da didome; hevdem nîşaneyên nerazîtiya gel li seranserî Çînê li hemberî sînordariyên Koronayê her ku diçe zêdetir dibin.

342/