Ajansa Nûçeyan a ISNA`yê nivîsî: Êrişên Tirkîyê ser bakur-rojhilata Sûrîyê dubare dibin. Enqere dibêje ku armanca ji wan êrişana hilanîna tola teqîna vê dawîyê li Istenbolê ye ku di encamê da 6 kes hatin kuştinê. Teqîna ku Tirkîye bi PKK û YPG va girêdide. Ew êrişana wek destpêkek ji bo êrişa bejayî li nav axa Sûrîyê tên zanîn, êrişa ku li gorî ihtimalê Tikrîyê dil heye bi wê Cerablosa di bin kontrola Sûrîyê da bi Girê Sipî va girêde.
Di vî halî da hejmarek welatîyên sûrî yên niştecihê Tirkîyê bo deverên sînorî hatine vegerandin û gellek kes dibêjin ku bi gurrbûna gef û gurrên dijî Sûrîyê, atmosfera tirsê li nav Tikrîyê berfire dibe.
342/