AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

29 sermawez 2022

21:49:38
1327368

Pêgirîya Reyîsî ser pêşxistina hevkarîya digel Iraqê

Serokê Komara Islamî ya Îranê hêvî kir ku di dewra hikûmeta nû ya Iraqê da hevkarîya her du welatan were pêşxistinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê ,Seyîd Ibrahîm Reyîsî di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê da li Têhranê got: Aştî û istiqrar l iherêmê û têkoşîna hibmerî rêxistinên terorîst û her bêewlehîtîya ku gefê li navçeyê dixwe, di rêza rêkevtinameyê her du welatan da ne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Hebûna bîyanîyan pirsgirêkên navçê zêde dike û derketina wan hêzana ji navçê dikare gellekî alîkarîya ewlehîya herêmê bike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê got ku seredana Serokwezîrê Iraqê ya Komara Islamî ya Îranê xaleke werçerxanê di peywendîyên her du welatan da ye û bê guman muzakireyên dualî dikarin pêngaveke bilind ji bo jordabirina asta peywendîyan bin.

Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê jî di vê civîna çapemenîyê da pêgirî ser hevkarîya welatên herêmê di warê têkoşîna dijî terorîsmê û sûcên rêkxistinkirî da kir û got: Dewleta Iraqê rê nade axa wî welatî ji bo vê yekê be ku zîyanê bigihînin alîyekî din.

Serokwezîrê Iraqê seredana xwe ya Têhranê seredanek bi merema xurtkirina peywendîyên dîrokî yên Îran û Iraqê zanî û dîyar kir: Gel û dewleta Iraqê piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji bo şerê dijî terorîstên DAIŞê ji bîr nakin.

342/