Li gorî rapora Rojnama Cumhuriyet`ê, Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê amajeyî demajoya asayîkirina peywendîyên digel Misrê kir û got: Diqewime bi zûtirkê rawêjkarîyên sîyasî careka din di navbera Cîgirên Wezîrên Karên Derve da destpê bibin û di mehên bê da jî her du welat balyozê xwe destnîşan bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di bersiva pirseke têkildarî peywendîyên digel Sûrîyê da jî got: Armanca me bidawîhanîna şerê navxweyî li Sûrîyê ye. Em vê demajoyê bi opozîsyona Sûrîyê ra didomînin û wekîlên wan di civînên Astanê da ku wekîlên dewleta Esed jî amade dibin, pişikdar dibin.
Wî herwiha got: Armanca me vejîyandina demajoya sîyasî ji wan muzakireyên têkildarî qanûna bingehîn e. Di demajoya têkildarî Lêjneya Qanûna Bingehîn da heta vê gavê ti pêşketinek pêk nehatîye.
342/