AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

29 sermawez 2022

21:51:58
1327373

Istoltênbêrg: NATO yê ji ber şerê Ukraynê berdêleke giran bide

Sersekreterê NTOyê careka din pêgirî ser piştgirîya ji Ukraynê kir û hişyarî da ku welatên endamê vê hevalbendîya leşkerî dê berdêleke giran ji ber şerê li vî welatê rojhilata Ewrûpayê bidin.

Sersekreterê NTOyê Yêns Istoltênbêrg di destpêka civîna Boxarêstê da ji welatên din ên endamê vê hevalbendîyê xwest ku di zivistana pêşber da alîkarîyên zêdetir ji bo Ukraynê terxan bikin.

Wezîrên Karên Derve yên welatên endamê NATOyê ji îro va li Boxarêsta paytexta Romanîyê civîyane û yê 2 rojan derbara pirsgirêk û berbendên herî girîng ên ser rêya NATOyê ji wan şerê Ukraynê û endametîya Finland û Swêdê di vê hevalbendîyê da rawêjkarîyê bikin.

Istoltênbêrg got ku heta dema ku pêwîst be, NATO yê piştgirîyê bide Ukraynê.

Wî idia kir ku tenha rêya pêkanîna şert û mercên guncav ji bo destpêkirina muzakireyan ew e ku Ukrayn li bereyên cengê pêş da here.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî ragihand ku NATOyê zor daye ser kompanîyên çêkirina çek û rextan ku asta berhemanînê jorda bibin. Gellek pirsgirêk di warê dabînkirina çek û rextan da hene.

342/