AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

30 sermawez 2022

21:39:31
1327653

Amerîka karmendên xwe yên sivîl ji bakûr û rojhilatê Sûriyê vediguhêze Hewlêrê

Hat îdiakirin ku piştî zêdebûna êrişên artêşa Tirkiyê yên asmanî li ser bakûr û rojhilatê Sûriyê, Amerîkayê karmendên xwe yên sivîl ji wê navçeyê veguhestin Herêma Kurdistana Iraqê.

Rojnamevana Al Monitorê 'Amberin Zaman'ê ragihand ku artêşa Tirkiyê ligel êrişên xwe yên bo ser baregeh û binkeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi dron û topxaneyan, piştî ku dest bi êrişî jêrxaneyên sivîl weke santrala elektirîkê, kêlgehên petrol û navendên din kir; Amerîkayê tevî dîplomatan tevahiya karmendên xwe yên sivîl bo Hewlêrê veguhestin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser vê mijarê agahî dane Al Monitorê û gotiye: “Weke ku Wezareta Berevaniyê diyar kir, êrîşên asmanî yên vê dawiyê li Sûriyê rasterast ewlehiya karmendên Amerîkî yên ku li Sûriyê dixebitin dixe xeterê." karmendên sivîl ên Amerîkî ji bakurê rojhilatê Sûriyê derketine."

342/