AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

30 sermawez 2022

21:40:01
1327654

Merca Tirkiyê ya nû ji bo HSD'yê; Kobanî, Til Rifet û Minbicê vala bikin!

Tirkîyê ragihandîye ku mercên nû di berdêla destpênekirina operasyona bejayî dijî deverên bakûrê Sûrîyê destnîşan kirine.

Tirkîyê ji HSD'yê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) xwestîye ku ji 3 bajarên girîng yanî Minbic, Kobanî û Til Rifetê derkeve û wê demê Enqere jî yê êrişa bejayî ser axa Sûrîyê rawestîne; di vî halî da Aram Hena Berdevkê HSD'yê ragihandîye ku ew mercên Tirkîyê nayên qebûlkirin û Enqereyê dil heye beşeke din a axa Sûrîyê dagir bike.

Tirkîyê ji bo bersivdana HSD'yê himberî wan mercana dem dîyar kirîye û ragihandîye ku heke ew daxwaz û merc pêk neyên, dê operasyona leşkerî li Minbic, Kobanî û Til Rifetê li dar bixe.

Hevgavê tundbûna êrişên Tirkîyê yên asimanî li ser deverên bakûrê Sûrîyê, çavkanîyên haydar li wan herêmana ragihand ku amadekarîyên operasyona bejayî ya Tirkîyê tevav bûne û ev ihtimal heye ku Til Rifet li derdora bakûrê Helebê û herwiha Kobanî li rojhilatê Firatê armancên din ên Tirkîyê bin.

Berî vîya jî çavkanîyên nûçeyan li herêmê ragihandibûn ku Enqereyê xwestîye ku HSD heta 30 kîlomêtran ji zîvala sînorî ya digel Sûrîyê dûr bikeve. Tirkîyê herwiha xwestîyeke beşeke derhata niftê ya deverên di bin kontrola HSD'yê da ji bo komên ser bi Enqereyê were terxankirin.

Tevî nerazîbûnên berdewam ên Şamê, Bexda û civatên cîhanî hibmerî êrişên Tirkîyê yên neqanûnî li ser bakûrê Sûrîye û Iraqê, Enqere êrişên neqanûnî yên ser wan du cînarana bi heceta têkoşîna himberî terorîsmê didomîne.

342/