AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

30 sermawez 2022

21:43:25
1327662

Jeneralekî siyonîst: Kabîneyaa Natanyahû yê artêşê belav bike

Serokerkanê berê yê artêşa Rêjîma Sîyonîst got ku kabîneya bê ya vê rêjîmê bi serokatîya Bênyamîn Natanyahû yê artêşê belav bike.

General Gadî Ayzinkot got: Kiryarên kabîneya bê ya Israyîlê dikarin bibin sedema belavbûna artêşê.

Ayzinkotî herwiha got: Serederîya hevalbendîya siberojê yanî kabîneya hevalbendîyê ya Natanyahû yê fermandetîya artêşa Israyîlê lawaz û pêbawerîya israyîlîyan sist bike û renge bibe sedema hilweşîna artêşê.

Ayzinkot di dewamê da ji ber kiryarên Bênyamîn Natanyahû serokwezîrê rasipardî yê Rêjîma Sîyonîst û dayîna Wezareta Ewlehîya Navxweyî ya vê rejîmê bo Îtmar Bên Givêr serokê tundrê yê Partîya Otsma Yehûdîyetê rexne kir û got: Dayîna desthilateke berfire ji wan a hêzên polîs li rexê rojavayê çemê Urdinê bo Bin Givêr dikare zîyanê bigihîne ewlehîya Israyîlê.

Bên Givêr bi nijadperestî û dijminatîya himberî filistînîyan navdar e û di pirranîya gêreyên di salên vê dawîyê di navbera bajaroknişînên sîyonîst û filistînîyên rexê rojavayê çemê Urdinê û erdên dagirbûyî nemaze Qudsa rojhilat da rola wî hebûye.

342/