AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

2 berfanbar 2022

19:42:51
1327975

Rêveberê inglîzî yê kompaniyeke ewlekariyê li Hewlêrê hat kuştin

Çavkaniyên iraqî ragihand ku hemwelatiyekî Inglîzê di rewşeke nediyar da li nêzikî balefirgeha Hewlêrê hatiye kuştin.

Kanala Saberin Newsê ya li Telegramê roja Pêncşemiyê ragihand ku hemwelatiyekî inglîzî li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê hatiye kuştin.

Li gorî vê raporê, navê vî hemwelatiyê inglîzî Endî Tûrlî ye ku di rewşeke nediyar da li nêzikî balefirgeha Hewlêrê hatiye kuştin.

Di vê raporê da hatiye gotin ku Endî Tûrlî wek rêveberê kompaniyeke ewlekariyê li parêzgeha Besreyê dixebitî.

Çavkaniyekî ewlehiyê li Wezareta karên hundir a Iraqê jî roja 7ê Mijdarê ragihand ku hemwelatiyekî amerîkî li navenda Bexdayê hatiye kuştin.

342/