Parlamentoya Iraqê îro civînek li dar xist û di vê civînê da dengê pêbawerîyê da Bengîn Rêkanî weke Wezîrê Avedenî û Niştecihkirinê û Nizar Amêdî weke Wezîrê Jîngehê.
Bi vî awayî hejmara wezîrên kurd ên kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî bû 4 kes.
Berî vîya parlimana Iraqê dengê pêbawerîyê da berbijarê PDK yê Weezareta Karên Derve Fuad Husên û berbijarê YNK yê Wezareta Dadê Xalid Şiwanî.
Di 27ê Cotmeha 2022an de Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 253 endaman ji bo dengdana li ser kabîneya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî û bernameya hikûmeta wî civiya. Di civînê de 21 berbijشrên wezaretan hatin pesendkirin lê biryara li ser berbijêrên wezaretên Jîngeh, Avedeniyê û Niştecihkirinê ku para Kurdan e, hat paşxistin.
342/