Hevserokê berê yê HDP, Selaheddîn Demirtaş got: Di demekê da ku hikûmeta Tirkîyê amade ye bi Bişar Esed û Ebdulfetah Sîsî, Imarat û Erebistanê û heta Israyîlê ra lihev were, dijminatîya himberî kurdan ragihandîye.
Hevserokê berê yê HDP herwiha got: Li gorî nêrîna Erdogan lihevhatina digel her kesî rêpêdayî û şerî ye lê dema mesele tê ser kurdan, bijardeya wan çek û operasyon e, em vê sîyasetê qebûl nakin.
Demirtaş herwiha got: Ti nîşaneyeke destpêbûna demajoyeke nû ya lihevhatina hikûmeta Tirkîyê digel kurdan da xûya nake lê em pêgirîyê dikin ku em hema ha nabin temaşevanê giranbûna qeyran û rikeberîyê ku her roj dibin sedema gorîbûnl, em dixwazin ku sîyasetvan destpêşxerîyê ji bo girtina pêşîya rikeberîyan raber bikin.
342/