Rojnama Duvar çapa Tirkîyê nivîsî ku penaberê kurd Mahmut Tat ê ku li Swêdê ji ber biryara dersînorkirina bo Tirkiyê hatibû desteserkirin, ragihand ku radestî Tirkiyê hatiye kirin.
Mahmut Tat ku di meha Mijdarê de ji aliyê polîsên Swêdê ve hat desteserkirin, duh bêyî agahdarkirinê birin navenda çavdêriyê Marsta ya nêzî Balafirxaneya Arlandayê.
Mahmut Tat herî dawî dikare bi kurê xwe ra bikeve têkilîyê û radigihîne ku ew radestî Tirkiyê kirine û li Rêveberiya Polîsan a Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin.
342/