AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

4 berfanbar 2022

19:57:11
1328630

Parlimanterê Iraqê: Bûceya gelemperî ya Iraqê ya sala 2023'an bûceyeke gelekî mezin e

Nûnerê êzdî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li parlimana Iraqê, got: Bûceya gelemperî ya Iraqê ya sala 2023'an bûceyeke gelekî mezin e.

 Mehma Xelîl, bal kişand ser vê yekê ku pejirandina pêşnumaya Bûceya gelemperî ya Iraqê ya sala 2023'an wek mafeke berçavgirtî di Qanûna Bingehîn de û xwesteka gelanî ye û ev pêşnumya divê bi zûtirkê were pejirandin û got: Ev pêşnumyaya gelekî mezin e û bi qasî 115 milyar dolarî hatiye texmînkirin.

 Xelîl her wiha got: Pêşnumyaya bûceya Iraqê pêştir hasila hevhatina komên di nava welêt de bû, lê vê carê rewş ferq dike û yê mafê hemî qewm û etînkan li welêt dabîn bike.

Hêjayî gotinê ye ku pêşnumaya bûceya Iraqê ya sala 2022'an ji ber qeyrana siyasî ya welêt  kupiştî lidarxistina hilbijartiên zûwext di 10ê Cotmeha 2021'an de li welêt pêk hatibû, nehat pejrandin, lê Muhemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê di yekim civîna taxima dewletê de ferman da Wezareta Darayiyê ku pêşnumyaya bûceya giştî ya 2023'an bi zûtirkê amade bike û raberî parlimana nuneran bike.

342/