AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

4 berfanbar 2022

19:58:56
1328634

Tirkiyê bi sersarî bertek nîşanî cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan da

Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi sersarî bertek nîşanî cinayeta Rejîma Siyonîst a nû li dijî filistîniyan da.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja Yekşemiyê bi dayîna daxuyaniyekê nîgeraniya xwe ji gurrbûna pevçûnan di navbera leşkerên Rejîma Siyonîst û filsitîniyan li rojhilatê Qudsê û Qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê diyar kir û tenê ji bo şehîdên filistînî daxwaza lêborîna ji Xwedê kir.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji rayedarên israyîlî xwest ku tevdîrên pêwîst ji bo rêgirtin li gurrbûna pevçûnan û kuştina welatiyên sivîl bigirin ber xwe.

Nêzikatiya peywendiyên Tirkiye û Israîlê di mehên dawî da bilez bûye. Piştî hevdîtin û hatûçûna rayedarên du aliyan, dewleta Tirkiyê asimanê vî welatî li ser balefirên israîlî vekir û pêvajoya hevkariyên dîplomatîk zêde bûye.ç

Ev rêbaza Enqereyê bûye sebeba nerazîtiya raya giştî li Cîhana Îslamê.

 

342/