AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

4 berfanbar 2022

19:59:24
1328635

Îsmaîl Rizwan: Cinayeta terora şehîd Emar Muflih yê bêbersiv nemîne

Endamê pilebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got, cinayeta terorkirina şehîd Emar Muflih, cinayeta cengê û cinayeta dijî mirovahiyê ye û yê bêbersiv nemîne.

Îsmaîl Rizwan, ji endamên pilebilind ên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) roja yekşemiyê tekez kir: Rejîma dagirker yê ji vê cinayetê poşman bibe, ji ber ku hestên gelê Filistînê birîndar kiriye, lewma em ji hemî komên Berxwedana Filistînê dixwezin ku bila li her derê ku hene li hemberî Rejîma dagirker rawestin û derbeyê li wan xînin û wan bikujin.  Rejîma Dagirker divê bizanibe ku ji ber cinayetên dijî gelê Filistînê û ciwanên filistînî yê berdêleke giran bide.

 Rizwan teqez kir, Rexê Rojavayê Çemê Urdinê divê bikeve tevgerê û agir berde erdê bin piyê siyonîstan, ji ber ku ev rejîma hewl dide raya giştî ji cinayeta kirêt ku li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kiriye bixalifîne, lê filsitînî dê bersiva vê cianyetê bidin û bê şik xwîna şehîdan yê xisar nebe û yê bibe viyanek bo xortên Filistînê ku berxwedana xwe bidomînin.

Koma Erîn El-Eswedê ya Filistînê jî di daxûayniyekê de bal kişand ser vê yekê ku Emar Muflihê bêberevan bi awayê herî kirêt hat şehîdkirin û tekze kir ku xwîna wî yê vîn û enrejiyê bide serhildan û berxwedana gelê Filistînê ya bicoş.

Eskerekî îsrayîlî yê dagirker roja Îniyê û dema ku dixwest Emar Hemdî Muflih li bajaroka Hewareyê li bajarê Nablosê desteser bike, rastî berxwedana wî hat û çend gulle ber bi wî va avêtin û ev ciwanê filistînî bi awayekî hovane şehîd kir.

342/