AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

5 berfanbar 2022

21:09:06
1328942

Ajawegêran êrîşî ser avahiya parêzgariya Suweydaya Sûriyê kir

Wezareta karên hundir a Sûriyê qala êrîşa komeke ajawegêr li ser avahiya parêzgariya Suweydayê û şewitandina belgeyên li wir kir.

Wezareta karên hundir a Sûriyê roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, komeke ajawegêran ku hinekên wan çekdar bûn êrîşî ser avahiya parêzgariya Suweydayê kir û dest bi gullereşandinê kir ku di encamê da polîsek hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Wezareta karên hundir a Sûriyê ragihand: Ajawegêr derbasî avahiya parêzgariyê û dest bi şikandina kelûpelên ofîsa parêzgar kir û beşeke zêde ya belgeyên wir dizîne û avahî û erebeyên derdora wê şewitandin.Wezareta karên hundir a Sûriyê di vê daxuyaniyê da her wiha ragihand, vê koma qanûnşikên bi şewitandina tekerên erebeyan, hin rêyên parêzgeha Suweydayê girêdan.

342/