Di bûyera lihevketina utubûsê û trena bajarî da ku berbanga Duşemê li Stenbolê qewimî, 19 kes birîndar bûn ku halê çar kesan xerab hatiye ragihandin.
Trena bajarî li Kolana Fewzî Çakmakê li taxa Elîbî Koya Stenbolê ji ber lêketina li utubûsa rêwîhilgir ku dixwest ji ser rêya hesin derbas bibe, ji rê derket û li erebeyekê ket.
Tevî zêdekirina tevdîrên ewlehiyê û hişyariyên berdewam derbarê berçavgirtina qanûnan li Tirkiyê, qezayên trafîkê yên hundir û derveyî bajaran li vî welatî hema wisa dibin sebeb mirin û birîndarbûna hemwelatiyan.
342/