AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

5 berfanbar 2022

21:11:26
1328948

Bi dehan kesên din li Tirkiyê bi tawana têkiliya bi komên terorîst ra hatin girtin

Polîsê Tirkiyê 259 kes bi gumanbarê têkiliya bi komên terorîstî bûn, girtin.

Piştî teqîna vê dawiyê li Stenbolê ku dewleta Tirkiyê îdia dike destê endamên PKK'yê tê da hebûye, pêla êrîşên leşkerî û girtinan li vî welatî bûne.

Di vî warî da 259 gumanbarê têkiliya bi komên terorîstî ra di 176 operasiyonên leşkerên Tirkiyê ji 18ê Mijdarê heta 2ê Kanûnê li 56 parêzgehên vî welatî hatine girtin.

Kesên girtî tawanbarê têkiliya bi komên DAIŞ, El-Qayîde, PKK, KCK, YPG, Partiya Marksîst a Komonîst, Partiya Marksîst-Lênînîst-Komonîst a Tirkiyê û koma bi navê Bereya Serhildêr a Rizgariya Gel in.

Fermandetiya Jandirmeya Tirkiyê jî îdia kiriye ji 18ê Mijdarê heta 2ê Kanûnê, şeş endamên PKK'yê jî xwe teslîmî hêzên vî welatî kiriye.

342/