Ebdullah Bûhebîb wezîrê derve yê Libnanê hevrê digel wezîrên Dadwerî, Aborî, Karûbarên Civakî, Elrjî, Geştyarî, Pêşekarî û Koçberan ew kes in ku bi daxuyaniyeke hevpar vexwendina Mîqatî ji bo beşdariya di civîna kabîneya Libnanê red kiriye.
Di daxuyaniya 9 wezîrên libnanî da hatiye: Wezîr ji ber vexwendina serokwezîrê wêdadayî ji bo lidarxistina civîna kabîneyê bi destûrkareke lawaz û nediyar mat mane; di halekî da ku dewleta Libnanê ya niha bi kurtî "Dewleta Karrêkxer" e.
Wezîrên libnanî tekez kir: Qanûna Bingehîn rê nade dewleta demkî ku desthilatên serokomar bigire ustiyê xwe û bêyî desthilatên qanûna bingehîn û baweriya parlimanê ye, ji ber ku baweriya meclîsa niha wernegirtiye.
342/