Zêdetirî 140 çiyayên volkan li Endonezyayê çalak in. Yek ji van volkanên herî mezin û çalak Sêmêrû (Semeru) ye ku li Caveyê ye.
Ji roja bihurî va ji ber hilpirjîna volkana Sêmêrûyê li Girava Caveya Endonezyayê herî kêm 2 hezar kes aware bûne.
Li pey hilpirjîna Volkana Sêmêrûyê, ewrên reş tevî gazên jehrî asimanê derdora vî çiyayî girtiye û stûnên xweliya ji ber vê volkanê bi qasî 15 kîlometreyî pêk hatine.
Volkana Sêmêrûyê li Caveya Endonezyayê li Kanûna sala derbasbûyî jî teqiya ku di encamê da herî kêm 50 kes hatin kuştin û gundek jî di bin madeyên volkanî yên sincirî da ma.
342/