Di vê hevdîtinê da alûgorên herî dawî yên têkildarî rewşa Sûriye û navçeyê hatin vekolandin.
Geir Pedersen di vê hevdîtinê da encama şêwirîn û hevdîtinên xwe şirove kir.
Feysel Miqdad got: Ji pirsgirêkên bingehîn ku Sûriye tûşî wan bûye bandorên wêranker ên bicihmayî ji terorîsmê û kiryarên yekalî li dijî aboriya Sûriyê û jiyana sûriyan e.
Miqdad her wiha got: Ji pirsgirêkên din, dewama hebûna Amerîka û Tirkiyê bi awayê neqanûnî li axa Sûriyê ye; tiştê ku aşkira binpêkirina serweriya Sûriyê û rêzikên navneteweyî ye.
342/