AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

7 berfanbar 2022

20:31:41
1329440

Emîr-Ebdullahiyan: Em terka maseya gotûbêjê nadin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina digel îraniyên niştecihê Bosnî û Hersekê tevî tekeziya li ser vêya ku em ê maseya gotûbêjê neterikînin, got: Erka me ev e ku ji bo betalkirina boykotan bi rêya gotûbêjê bi aliyên din ra bikevin tevgerê.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  di vê civînê da tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji hebûna li nav îraniyên niştecihê Bosnî û Hersekê û sipasiya ji xebata balyozê Îranê yê berê li vî welatî, got: Komara Îslamî ya Îranê di warê pêşketina welêt da bala xwe daye ser pêşketina aborî ya mayînde; Ev deqîq heman niqte ye ku divê hewildana herî zêde ji bo wê pêk bînin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di beşeke axaftina xwe da got: Dijmin li vê bû ku warê navokî yê aştiyane yê Îranê ji dorê derkeve, lê roja îro em ewqasî di vê zanistê da pêş ketine ku di warê bijîşkî da ji wan di warê kontrolkirina kanserê da ne tenê berhemênereke derman a mezin in, belkî di vî warî da derman hinrde jî dikin.

Emîr-Ebdullahiyan tevî amajeya bi vêya ku yek ji kiryarên dijmin di van salan da astengkirina aboriya Îranê bû, got: Dewleta birêz Reyîsî bala xwe daye ser cihanîna bernameya pêşketina aborî ya mayînde. Hevdem erka me li Wezareta derva ev e ku ji bo rakirina boykotan bi rêya gotûbêja bi aliyên din ra bikevin tevgerê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Em ê ne maseya gotûbêjan biterikînin û ne jî hazir in di maseya gotûbêjê da li dewsa wergirtina puenekê 10 puenan bidin.

 

342/