Yûsif Mihemed di daxûyanîyekê da got: Piştî dozvekirina derheq vê yekê ku dirêjkirina dewra parlimana HHerêma Kurdistana Iraqê berovajî Qanûna Bingehîn a Iraqê ye, Dadgeha Federal roja 18ê vê mehê wek roja hilkolandina vê dosîyê destnîşan kir.
Yûsif Mihemed herwiha got: Li gorî çend hikmên berê yên Dadgeha Federal û dijberîya vê dadgehê himberî dirêjkirina hêjatîya konseyên bijartî ser daxwaza gel, isûlên demokratîk û xalên Qanûna Bingehîn, em çavlirê ne ku Dadgeha Federal
hikmê bêveger têkildarî berovajîbûna dirêjkirina dewra parlimana Herêma Kurdistanê digel Qanûna Bingehîn a Iraqê bide.
Berî vîya jî çend endamên parlimana Herêma Kurdistanê ragihand ku 12 parlimanterên ji 3 bereyên curbicur bi nîşana nerazîbûna hibmerî dirêjkirina dewra nika ya parlimanê, ji posta xwe wêda çûne.
Berî wê jî 5 parlimanterên Yekgirtûya Islamî li parlimana Herêma Kurdistanê bi nîşana nerazîbûna himberî dirêjkirina yeksalî ya dewra parlimanê ji posta xwe wêda çûbûn.
342/