AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

7 berfanbar 2022

20:33:18
1329444

Plasxart li Necefê bi Ayetullah Sîstanî ra civiya

Nûnera taybet a Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê li Necefa eşref bi merceyê bilind ê şîeyên Iraqê ra civiya.

Li gorî rapora Ajansa Wa'ê, çavkaniyên medyayî li Iraqê roja Çarşemiyê qala hevdîtina Cênîn Hênîs Plasxart (Jeanine Hennis-Plasschaert), Nûnera taybet a Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê digel Ayetullah Seyid Elî Sîstanî merceyê bilind ê şîeyan li Iraqê kir.

Plasxartê piştî vê hevdîtinê di press konferansekê da got: Em li ser girîngiya hişmendiya merceyê bilind û piştevaniya wî ji pêkvejiyana aştiyane axivîn.

Plasxartê tevî sipasiya ji ber dayîna derfeta hevdîtina bi merceyê bilind ê şîeyan li Iraqê û binirxzanîna wê, got. Birêz Sîstanî li ser pêkvejiyana aştiyane navbera gişt bereyan li Iraqê tekez kir.

342/