AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

7 berfanbar 2022

20:33:44
1329445

Du çeteyên DAIŞê li başûrê Bexdayê hatin kuştin

Hêzên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê du çeteyên DAIŞê piştî şopandina wan li başûrê Bexdayê kuştin.

Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê roja Sêşemiyê bi daxuyaniuyekê ragihand: Di operasiyona Cezîreyê da yekîneya taybet a Henga duyem a Lîwaya 47an û Lîwaya Tekaweran a operasiyona Kerbelaya Muela  piştî wergirtina agahiyên li ser hebûna çeteyên DAIŞê li navçeya Bêhbehaniyê ya Cerf El-Nesrê li bakûrê Babilê, êrîşî ser baregeha ser bi DAIŞê kir û bi terorîstan ra kete pevçûnê û du terorîst kuştin.

Di vê operasiyonê da endamekî DAIŞê kembera xwe ya teqînê teqand û di encamê da du hêzên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê hatin kuştin û sisê jî birîndar bûn.

 

342/