AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

7 berfanbar 2022

20:34:16
1329446

Erdoxan soza jinavbirina terorîsmê da

Serokomarê Tirkîyê soz da ku çavkanîyên terorîsmê li nêzîkî sînorên welatê xwe ji nav bibe û hebûna komên terorîst li bakurê Sûrîyê jî bi dawî bîne.

Serokomarê Tirkîyê, Receb Teyyîb Erdoxan di axavtinekê da got: Heke terorîsm ji bakurê Sûrîyê serekanîyê bigire, em dê ne tenê wê ji sînorê xwe dûr bixin, belkî serekanîyên wê tam ji nav bibin.

Erdoxan bi vê idiayê ku terorîst dê nekaribin bi alîkarîya hevpeymanên xwe Tirkîyê bitewînin û nika bi lîstikên aborî êrişa ser vî welatî dest pê kirine, dîyar kir: Dema ku hebûna me bikeve ber xeterê, me şîyana serketinên çaverênekirî heye.

Erdoxan herwiha got: Tirkîye cihanîna operasyona bejayî li axa Sûrîyê jî hildikolîne.

Artêşa Tirkîyê di van salên dawîyê da bi heceta sekinîna himberî terorîsmê bilî dagirkirina hin deverên bakurê Iraq û Sûrîyê, bi awayekî berdewam wan navçeyan dide ber bombe û topan.

342/