AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

7 berfanbar 2022

20:35:26
1329449

Moskow: Em ê hember boykotên YE'yê bersiv bidin

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê got ku Moskow dê anegorî berjewendîyên xwe hemberî boykotên YE'yê bersiv bide.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê, Alêksandêr Giroşko derbara pakêta nehan a boykotên YE'yê ya dijî Moskowê da got: Em ê bi awayekî asayî pêngavên bisînorker berçav bigirin.

Giroşko herwiha got: Rastî ev e ku YE û welatên din ên rojavayî, ji maqûlbûnê dûr ketine û pirranîya wan boykotana her çend ku tê gotin Rûsyê dikin armanc lê di rastîyê da berjewendîyên bingehîn û girîng ên ewrûpîyan xwe dikin armanc û ew yê dûhatên wan bibînin.

Rayedarên Amerîka û Ewrûpayê ji destpêka şerê li Ukraynê va, gellek boykotên sîyasî û aborî ser Rûsyê da sepandin ku armanca ji vî karî feleckirina Rûsyê di warê aborî da û zordayîna ser vî welatî bûye. Eva di halekî da ye ku hin dûhatên nerênî yên wan boykotana pêsîra welatên rojavayî bixwe girtine û Ewrûpa pêrgî qeyraneke giran a aborî û kêmbûna ardûyê bûye.

342/