AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

25 rêbendan 2023

18:28:21
1341022

“Îran di berhemanîna ‘Radyoderman’an di rêza 5 welatên destpêkê da ye”

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê got: “Komara Islamî ya Îranê di warê berhemanîna ‘Radyoderman’an di rêza 5 welatên destpêkê yên cîhanê da ye.” Radyoderman ji wan dermanan ra tê gotin ku di berhemanîna wan da radyoektîv ango teknolojîya navokî hatibe bikaranîn.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê “Mihemed Islamî” derbara hinardekirina Radyodermanên îranî da jî got: “Piştî kutabûna Koronayê hinardekirina Radyodermanan bo 9 welatên cîhanê dest pê bû û zanyarên têkoşer ên Îranê li Rêxistina Enerjîya Atomê ji zanyarên navdar ên di warê berhemanîna Radyodermanan da ne.”

Mihemed Islamî derbarê bandora wan Radyodermanan da jî got: “Ew Radyoderman di asteke bilind da bibandor in û ji bo dermankirina penceşêran tên bikaranîn.”

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê got: “Komara Islamî ya Îranê di warê berhemanîna Radyodermanan di rêza 5 welatên destpêkê yên cîhanê da ye.”

Wî herwiha got: “Rawêjkarî û plankarîya bo seredana Ser-Rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) “Rafael Grossi” ya Îranê di destûrkarê da ye û tê şopandin.”

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê got: “Danuistandina Îranê digel IAEA’yê didome û yekîneyên lêzanînan ên vê rêxistinê di raporên xwe da ragihandine ku ti xalifînek di bernama navokî ya Îranê da tineye.”

342/