AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

25 rêbendan 2023

18:29:03
1341024

Asta hinardekirina kelûpelan ji Gumrika Serexsê ji hêla biha va sedî 120 zêde bû

Asta hinardekirina kelûpelan ji Gumrika Serexsê li Parêzgeha Xorasana Rezewî ya bakurê rojhilatê Îranê di heyama 10 mehên destpêkê yên sala 1401ê da (ji 21ê Adarê heta 20ê Çileya 2022an) anegorî vê heyamê di sala par da sedî 120 zêde bûye.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Elî-Ekber Kiyanî Elî-Abadî Sergêrê Rêveberiya Giştî ya Gumrika Serexsê got: Di heyama 10 mehên bihurî da 993 hezar û 480 ton kelûpel ji derbasgehên sînorî yên Rêya Hesin û Cadeyî yên Serexsê bo Tirkmenistanê hatine hinardekirin.

Sergêrê Rêveberiya Giştî ya Gumrika Serexsê her wiha got: Daketina asta hinardekirinê  ji ber dewama sînordariyên ji ber Koronayê û mijara sozên hinardekeran ên di warê pereyên biyanî da ye.

Sala par 3.2 miliyon ton ji danûstandinên bazirganiya Îranê yên derveyî pêkhatî ji Hinardekirin, Îdxalkirin û Tranzîtê bi bihayê 5.6 miliyar dolarî ji derbasgehên sînorî yên Serexsê pêk hat û li gorî vê yekê, 1.7 miliyon ton ji van kelûpelan tranzîta bo hundirê welêt û derdora 700 hezar ton jî tranzîta bo derve ye ku para zêdetir bi Rêya Hesin û ya mayî jî bi rêya derbasgeha sînorî pêk hatiye.

Gumrik û derbasgeha sînorî ya Serexsê di niqteya herî dûr a bakurê rojhilatê Îranê li Parêzgeha Xorasana Rezewî, li navbira 185 kîlomitriya bakurê rojhilatê Meşhedê û ser sînorê Tirkmenistanê ye û wek deriyekî girîng ji bo bazirganî û tranzîta derveyî ya Îranê nemaze digel welatên Asyaya Navînê tê hesab.

342/