Bihayê her 100 Dolarên Amerîkayê di Çileya 2023an da ji 160 hezar Dînarê Iraqê derbas bûye û ev yek bûye sebeba zêdebûna bihayê xwarek û kelûpelên din.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ERS News'ê, Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand: Bi dehan nerazî îro bi nîşana nerazîtiya li hemberî zêdebûna bihayê Dolar li ber avahiya Banka Navendî ya Iraqê kom bûn û daxwaza berxwegirtina tevdîrên aborî yên bilez û vegerandina bihayê Dolar bo rewşa asayî û cezakirina gendelan kirin.
Li gorî gotina vî çavkanîyî, Xwenîşandana iraqiyan li Bexdayê di nav tevdîrên giran ên ewlehiyê da hat lidarxistin.
342/