AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

25 rêbendan 2023

18:31:28
1341029

NASA û DARPA'yê dil hene mûşekeke navokî ya termal çê bikin

NASA û DARPA'yê dil hene heta sala 2027an mûşekeke navokî ya termal (nuclear thermal rocket) çê bikin.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Bill Nelson Rêveberê NASA'yê roja Sêşemiyê qala hevkariya NASA'yê digel Rêxistina DARPA'yê ji bo pêşxistina pergala pêşketî ya dehfdera navokî ya termal kir û got: Ev teknolojiyeke bigengeşe ye ku alîkariya Amerîkayê dike qabiliyeta xwe ji bo rêwîtiya mirov bo fezayê di pêşerojê da berfireh bike.

Li gorî lihevkirinameya navbera van du rêxistinan, NASA dê tev li Bernameya DRACO'yê ya ayîdî Rêxistina DARPA'yê bibe; bernameya ku di sala 2021ê da dest pê bûye.

Li gorî vê raporê, Armanca vê bernameyê pêşxistina matora navokî ya termal e ku ji bo fezagerreke bo ceribandinê ya çêkirî ji aliyê DARPA'yê va tê bikaranîn.

Ev rêxistin reaktor û matorekê ji bo mûşeka navokî çê dike û lêkoler hêvîdar in ku heta sala 2027an vê teknolojiyê li fezayê bi kar bînin.

Bill Nelson hevkariya digel DARPA'yê di vê projeyê da wek sermayeguzariyeke gelekî mezin ji bo rêwîtiya bo Gerestêrka Behram anku Mirîxê da zanîn.

342/