AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

27 rêbendan 2023

20:04:24
1341502

Kurdên Sûriyê dilnigerarn in Amerîka cardinê xeyanet bike

Kovara Syriaan Observer’ê ragihand Kurdên Sûriyê dilnigeran in Amerîka cardinê li wan xeyanet bike.

 Kovara Syriaan Observer’ê  ragihand ku hinek rayedarên kurdên Sûriyê dilnigeran in, Amerîka bo razî xweyîkirina Tirkiyê derheq êrişa muhtemel a Tirkiyê dijî Kurdên Sûriyê bêdeng bibe û cardinê Waşîngton xeyanet li kurdan bike.

 Navenda Îstixbarata Swîdê jî derbarê dilnigeraniya kurdên Sûriyê ji êrişa eskerî ya dubare ya Tirkiyê dijî bakur- rojhilatê Sûriyê, ji ber gefên Tirkiyê hevgavê destpêbûna pêvajoya normalkirina peywendiyên Tirkiyê bi Sûriyê re û bêdengiya Amerîkayê li hember van êrişana agahî da.

 Rojnamerya El-Şerq El-Ewset’ê jî sefera vê dawiyê ya rayedarên kurdên Sûriyê bo Şamê, hewildana kurdan bo rêketina bi Şamê re bona rizgarbûna ji dagirkeriya Tirkiyê li bakur- rojhilatê Sûriyê û derketina hêzên amerîkî ji vê navçeyê da zanîn û tevî amajeya bi vê yekê ku zû an dereng amerîkî yê kurdan tenê bihêlin, rêketina kurdan bi Şamê re siyaseteke baş da zanîn.

342/