AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

27 rêbendan 2023

20:04:58
1341503

Êrişa komên terorîst bi xwefirran ser navenda Sûriyê

Çavkaniyên Medyayî ragihandin komên çekdar ên terorîst ên ser bi Tirkiyê êrişî ser parêzgeha Hemahê li navenda Sûriyê kirin.

 Di encama  êrişa komên çekdar ê terorîst  ên ser bi Tirkiyê bi xwefirran ser derdora parêzgeha Hemahê li navenda Sûriyê, 4 kes birîndar bûn.

Li gor vê raporê, ev êrişa ser yek ji gundên navçeya El-Qabê li derdora bakur rojavayê Hemahê cih hat.

Di vê raporê de hatiye:  “Mêhwera  Sehl Al-Qabê li derdora bakurê rojavayê vê parêzgehê cardinê ji aliyê komên çekdar ên terorîst va rastî nakokiyeke giran hat.”

  Li gor vê raporê, komeke  sivîlan di encama  êrişa bi xwefirran ku gundê El-Qetreyê li rojavayê Hemahê da ber êrişan, birîndar bûn.

Komên terorîst ên ser bi Tirkiyê ku berdewam ji artêşa Sûriyê û Hêzên Berxwedana  Îslamî li navçeyên curbicur ên vî welatî  tûşî şikestê dibin, bi piştgiriya Tirkiyê li navçeyên Kêmkirina Kêşeyê li Sûriyê de bi cih bûne û kiryarên xwe yên dijminane didomînin.

342/