AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

27 rêbendan 2023

20:05:20
1341504

Emîr-Ebdullahiyan û Bayramov li ser êrîşa li balyozxaneya Komara Azerbaycanê axivîn

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro danê êvarê derbarê êrîşa ser Balyozxaneya Komara Azerbaycanê li Tehranê bi rêya telefonê digel Ceyhûn Bayramov Wezîrê Derve yê vî welatî axivî.

Di vê peywendiyê da Emîr-Ebdullahiyan ji ber bûyera êrîşa ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê ku di encamê da kesek hat kuştin û du kes birîndar bûn, sersaxî da Bayramov û malbata dîplomatê kuştî.

Wî tevî şermezarkirina vê bûyerê, pêşniyaz kir ku ji bo ronkirina berûlayên vê bûyerê saziyên ewlehiyê yên du welatan bi hevkariyeke nêzik mijarê bişopînin.

Bayramov jî tevî pêşwaziya ji pêşniyara Emîr-Ebdullahiyan, ji ber hevxemiya berpirsên Îranê di vî warî da sipasiya xwe ragihand.

 342/