AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

27 rêbendan 2023

20:06:00
1341505

Meşa nimjêkarên îranî bo şermezarkirina bêrêziya li nirxên pîroz ên misilmanan

Xelkê Seranserî Îranê, piştî Nimêja Îniyê, bi meş û kombûna xwe, kiryarên Weatên Rojavayî û Ewropî bi serkirdetiya Amerîkayê, di warê bêrêziya li nirxên pîroz ên îslamê û boykotkirina Sipaha Pasdarên Îqnilaba Îslamî şermezar kirin.

 Xelkê bawermend ê Îrana Îslamî piştî Nimêja Îniyê, bona şermezarkirina bêrêziya li Qurana Kerîm li welatên ewropî kom bûn û ev kiryara kirêt şermezar kirin.

 Nimêjkaran bi rakirina hinek plakardan û bilindkirina sloganên ‘‘Ellahueklber’’, “Em canfîdayê quran û îslamê ne”, ‘‘Em canfîdayê rêber û Îtretê ne’’ û ‘‘Mirin bo Amerîka û Îsraîlê’’, kîn û bêzariya xwe ji bêrêziya li nirxên pîroz ragihandin.

 Xelkê Îrana îslamî her wiha di meşa xwe ya îro de, kiryara parlemana Ewropayê ya danîna navê Sipaha Pasdarên Îqnilaba Îslamî di lîsteya qaşo Rêxistinên terorîstî de şermezar kirin.

 Rasmos Palûdan, welatiyê Swêd-Fînlandê yê tundrê û dijberê îslamê Şemiyê 21 Çilleyê bi kiryareke kirêt, li ber avahiya balyozxaneya Tirkiyê li paytexta Swêdê nusxeyeke Quranê şewitand.

Welatên misilman ji wan Îran, Misr, Kuweyt, Îmarat, El-Ezhera Misrê, Civata Cîhanî ya Alimên misilman, Qeter, Erebistan, Endonizya, Urdin, Mexrib, Rêxistina Hevkariya Îslamî, Konseya Hevkariya Kendava Farsê, Tirkiye û Koma Ensarullaha Yemenê, bi tundî kiryara nemirovane ya welatiyê ewropî şermzar kirin.

342/