AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

27 rêbendan 2023

20:07:05
1341507

Di 10 mehan da; 81 bîrên nift û gazê li hişkahî û deryayê hatin kolandin

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê got: “Di 10 mehên destpêkê yên sala 1401ê da (ji 21ê Adara 2022an va heta 20ê Çileya 2023an) 81 bîrên nift û gazê bi bicihkirina alav û amûrên vê kompaniyê li hişkahî û deryayê hatine kolandin.”

Li gorî rapora Mehr News'ê ji zarê Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê, Mesûd Efşar Alîkarê Rêveberê Giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê di vî warî da got: “Hejmara bîrên kolandî û temamkirî di vê heyamê da anegorî heyama sala par 18 heb zêde bûye.”

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê got: “Ji van bîran 9 heb ji bo berfirehkirinê, pênc heb ji bo keşfkirinê û 67 heb ji bo tamîrkirin û kemilandinê bûne.”

Efşar got: “Beşa kolandinê ya vê kompaniyê xwediya 72 dekelên kolandinê yên li hişkahî û deryayî û ji cûreyên sivik, giran û gelekî-giran e.” Wî her wiha got: “Di heyama navbirî da metraja kolandinê 59 hezar û 820 metrî bûye.”

342/