Kûroş Êwezî roja Pêncşemiyê got: "Çêkirin û nûvekirina atmosferên perwerdehiyê li Şaristana Holêylanê hewcetî û ewlewiyeteke bingehîn e û di vî warî da me xebata sê projeyên avedankirinê dest pê kirine."
Wî got: "Aniha 9 proje li Şaristana Holêylanê di pêvajoya cihanînê da na; ji van projeyan, dibistana 6 polî ya gundê Şêrawendê, dibistana 3 polî ya gundê Piyaz-Abadê û dibistana 2 polî ya gundê Şaranê di Dehika Fecrê ya îsal da dê bên vekirin."
Hêjayî gotinê ye, Şaristana Holêylanê ku bajarê Tohîd'ê navenda wê ye, li 120 kîlomitriya bajarê Îlamê ye.
342/