AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

27 rêbendan 2023

20:08:38
1341510

Bi tawana endamtiya li PKK’yê cezaya zîndanê li şaredarê HDP’yî hat birrîn

Ji şaredarê wêdebirî yê Hekariyê yê ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re, bo cara diduyan bi tawana endametiya di nava PKK’yê de cezaya zîndanê hat birrîn.

 Ji Cîhan Karaman, şaredarê wêdebirî yê Hekariyê re,   ku bi tawana endametiya di nava PKK’yê de, ji posta xwe hatibû wêdebirin, cezaya zîndanê hat birîn.

 Li gor nivîsîna Rojnameya Cimhuryet’ê, Kareman pêştir jî di 15ê Cotmeha 2019’an de bi tawana endametiya li nav PKK’yê hat girtin û di 17ê Cotmehê de hema bi vê tawanê ketibû zîndanê. Ew di dadgehekê de, bi du sal û mehekê hewsê hat tawanbarkirin.

Karaman piştî derbaskirina heyama hewsa xwe di 5ê Çilleya 2021ê de hat azadkirin. Lê ji wî re duh jî dîsa li dadgehê de  hema bi vê sûçê, 10 sal û nîvan cezaya zîndanê hat birrîn.

 Karaman ti yek ji tawanên ku li dadgehê de hatin hilêxistin, qebûl nekir.

 Dadgehê fermana desteserkirina Karaman da.

 

342/