AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Nûçan a Ehlûl Beytê (s.x)- Abna
duşem

12 reşemî 2024

6:56:30
1436981

11 leşkerên siyonîst li başûrê Xezeyê di kemîneke kujer de mirin

Di kemîna hêzên berxwedanê yên Filistînê de 11 leşkerên siyonîst hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlûl Beytê (s.x)- Abna - 11 leşkerên siyonîst ku di nav wan de gelek efser hebûn, di kemîna hêzên berxwedêr ên Filistînê de li bajarê Xan Yûnis li başûrê Xezeyê hatin kuştin.

Rêxistina Radyo û Televîzyona Siyonîst di raporekê de ragihand ku artêşa vê rejîmê li Xan Yûnisê ji rewşek dijwar dikişîne.

Li gorî vê raporê, artêş di kemîneke gelek mezin de ye û ji ber wê jî rewşa artêşê ne xweş e.

Medyaya Îbranî zêde kir ku veguhestina termên leşkerên mirî û birîndar piştî operasyona kemîna Hemasê çend demjimêran berdewam kir.

Çavkaniyên nefermî yên siyonîstî ragihandin ku Danîêl Hegerî berdevkê artêşa vê rejîmê saet 6ê sibê bi dema herêmê nûçeyeke nebaş li bara bûyereke li Xan Yûnisê pêşkêş dike.

Ev derbeyên giran li artêşa siyonîst a ku li ber êrişa bejayî ser Refehê ye, tê. Êrîşek ku rastî bertekên gelek berfireh û neyînî di civaka navneteweyî de hat û gelek welatan daxwaza rawestandina êrîşa Rejîma Siyonîst li Refehê ku dikeve başûrê zîvala Gazayê kirin.

Refah, sînorê başûrî yê Xezeyê digel Misrê, tekane navçe ye ku heya niha nebûye armanca êrişên bejayî yên Rejîma Siyonîst û penageha zêdetir ji nîvê nifûsa 2.3 milyonî ya Xezeyê tê hesibandin.

Benyamin Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst beriya niha jî êrişa nêzîk a Refehê ragihandibû û gotibû ku wî ji artêşa vê rejîmê xwestiye ku xwe ji bo derxistina bi sedan hezar kesî ji vê navçê amade bike.