AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
duşem

10 pûşper 2024

7:24:51
1464540

Gants ji kabîneya şer a Îsraîlê îstifa kir

Endamê kabîneya şer a Îsraîlê Benîy Gants ji desteya wezîran îstifa kir û got ku ew bi dilekî giran dev ji hikûmeta awarte berdidin.

Li gorî  rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Banî Gants endamê kabîneya cengê ya Rejîma Siyonîst ji endamtiya vê kabînê îstifa kir û got ku bi dilekî giran dev ji rewşa awarte berdide.

Li gorî rapora El Cezîrê, wî ji Benyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst xwest ku di zûtirîn dem de hilbijartin were lidarxistin û komîteyek niştimanî ya lêkolînê were damezrandin.

Gans destnîşan kir ku di hilbijartinan da divê hikûmeteke rast a yekitiya siyonîst a neteweyî bê avakirin û got ku Netanyahû ji ber fikrên siyasî keviran davêje pêşiya erêkirinên girîng ên stratejîk.

Wî got ku em dev ji vê hikûmetê berdidin ji ber ku Netanyahu rê li ber me digre ku em ber bi pêkanîna serkeftinek rastîn ve pêşve biçin.

Gants ji malbatên kesên revandî re got ku em di testê de bi ser neketin û em nikarin zarokên we vegerînin.

Berî niha hin çavkaniyên Îbranî ragihandibûn ku Benîy Gants îro îstifaya xwe ragihandibû.

Moshe Ya'alon: Kabîneya sexte rewabûna xwe winda kir

 Wezîrê şer yê berê yê Rejîma Siyonîst got: kabîneya Netanyahû nikare biryara bidawîanîna şer û azadkirina girtiyên Îsraîlî bide.

Moşe Yaalon wezîrê şer ê berê yê Rejîma Siyonîstî pêgirî kir: kabîneya wezîran ku bû sedema xirabtirîn têkçûna ewlehîyê di dîroka vê rejîmê de, nikare me ji qeyrana ku em tê de girtine derxîne.

Ya'alon got ku kabîneya Netanyahu nikare biryarek ji bo bidawîkirina şer û azadkirina girtiyên Îsraîlî bide.

Wî daxwaz kir ku li kolanan bin û daxwaza lidarxistina hilbijartinan di zûtirîn dem de bikin ji bo rizgarkirina Rejîma Siyonîst ji wêraniyê.

Ya'alon destnîşan kir ku ev kabîneya sexte û qirêj bi îstifakirina Gants û Eisenkot rewabûna xwe winda kiriye.

.................

dawiya peyamê