Bihar hat Karsê û berfa li serhedê jî dihele
Stranbêjan li ser hatina biharê rahiştin sazên xwe û striyan.
Bihar hat Karsê û berfa li serhedê jî dihele
Berfa erdê û qeşaya di çeman de heliya. Ev yek ji stranbêjên Qersê re bû kêfxweşî û xwe di stranên wan de jî da der.
Stranbejan rahiştin sazên xwe him bi Kurdî û him bi Tirkî dest bi stranên biharî kirin.
Stranbêjê gel Arîf Tellîoglû bi Tirkî û hevalê wî jî bi Kurdî bi heman meqamî hatina biharê anîn ziman.
Ji stranbêjan yê din jî derbarê hatina biharê de got li Qersê berf nemaye û bihar hatiye.
Stranbêj got her sal di van deman de berf hebû lê îsal bihar zû hatiye. em jî li ser vê kêfxweşiyê li sazê dixin.
source : ABNA
çarşem
2 adar 2016
7:24:08
738375
Stranbêjan li ser hatina biharê rahiştin sazên xwe û striyan.